Перейти к содержимому

Dilbirîn Botî - "Mêrkuj" (The Killer of Hearts)

Dilbirîn Botî

0:00 / 0:00

Dilbirîn Botî - "Mêrkuj" (The Killer of Hearts)

1 310 просмотров · 10 дн. назад
Dilbirîn Botî
5 тыс. подписчиков
1 310 просмотров · 10 дн. назад
00:00 Mêrkuj (KU) Şahberhemeke nemir û lîrîk ji pênûsa masterê helbesta Kurdî Cegerxwîn: "Mêrkuj". Di vê helbestê de Seyda behsa bedewiya bêbeş, aşiqê perîşan û dildariya ku ah û enîna wî gihaştiye "Moskow û Çînê" dike. Me ev mîrata mezin bi hişê çêkirî (AI) û muzîka nûjen amade kir. Jêrnivîs bi 8 zimanan (KU/TR/EN/DE/FR/SV/FA/AR) çalak in! (TR) Çağdaş Kürt edebiyatının usta kalemi Cegerxwîn’in aşka, acımasız sevgiliye ve tutkuya dair yazdığı o ölümsüz eseri: "Mêrkuj" (Gönüllerin Katili / Acımasız Sevgili). Aşığın "Ahım Moskova'ya, Çin'e ulaştı ama yine de o güzelden kanmadım" diyerek haykırdığı bu felsefi ve lirik şiiri, yapay zeka (AI) destekli modern bir altyapıyla yorumladım. Altyazıları açmayı unutmayın! (EN) A tragic and passionate masterpiece by the legendary Kurdish poet Cegerxwîn: "Mêrkuj" (The Killer of Hearts). The poet describes the ruthless beauty of the beloved and a heartbreak so deep that its echoes reach from "Moscow to China." Reimagined with modern AI composition. Turn on Subtitles (8 languages available)! --- (KU) Ji bo mîrata helbesta Kurdî û stranên nûjen ên bi hişê çêkirî, bibin abone. ► Abone bibin:    / @dilbirinboti   --- (INFO / ÇAVKANÎ) Gotin (Lyrics): Cegerxwîn Muzîk (Music): Dilbirîn Botî & AI Şîrove (Performer): Dilbirîn Botî & AI Mijar: Mêrkuj, Evîn û Helbesta Klasîk --- Gotin / Şarkı Sözleri / Lyrics: Mêrkuj Êzdîya Şeng û Torê Surperî pir şeng û horê Bisk bi çogan zêr ji porê Her du ebrû birne jorê Sed sipas ko ez li gorê Wê ji min dil bir bi zorê Rengê masî ketime torê Mêrkuj e bê ra û bext e Xwinxwerek dil xurt û sext e Xusriwa zêr tac û text e Mêrkuja bê tîr û rext e Min dil û can dane next e Min divê ez bême rex te Wê bi min gote ne wext e Şox û şengê rû ji pengê Mêrkujê awirpilingê Dêm sipî ebrû ji yengê Gawirê mirwet firengê Rû sipî wek şirş û pengê Zêr û cênîk têne cengê Perşikestî ketime Çengê Mêrkuj e bê ra û bext e Xwinxwerek dil xurt û sext e Xusriwa zêr tac û text e Mêrkuja bê tîr û rext e Min dil û can dane next e Min divê ez bême rex te Wê bi min gote ne wext e Hate rex min lêvşirînê Çîçeka baxê evînê Melhema dax û birînê Xumzada min xemrevînê Sotin û ah û enînê Min gihan Moskow û Çînê Têr nebûm hê ez ji dînê Mêrkuj e bê ra û bext e Xwinxwerek dil xurt û sext e Xusriwa zêr tac û text e Mêrkuja bê tîr û rext e Min dil û can dane next e Min divê ez bême rex te Wê bi min gote ne wext e Derdê lê her ew tebîb e Agir e lê ew hebîb e Min tenê qey ew nesîb e Lew ji derdan dil kesîb e Mi li hawîr sed reqîb e Karê wan şoxan xerîb e Kes nedî û pir ecîb e Mêrkuj e bê ra û bext e Xwinxwerek dil xurt û sext e Xusriwa zêr tac û text e Mêrkuja bê tîr û rext e Min dil û can dane next e Min divê ez bême rex te Wê bi min gote ne wext e --- #Mêrkuj #Merkuj #Cegerxwîn #Cegerxwin #DilbirînBotî #DilbirinBoti #MuzikaKurdi #KurdishMusic #AIArt #YapayZekaMüzik #HişêÇêkirî #Helbest #KlasîkênKurdî #KurdishPoetry #LyricalMusic