Temo Nasir Bedirxan // Vê Dûriyê
Butimar Kuşu
0:00 / 0:00
Temo Nasir Bedirxan // Vê Dûriyê
2 386 просмотров · 7 лет назад
Butimar Kuşu
6,09 тыс. подписчиков
2 386 просмотров · 7 лет назад
Vê dûriyê ez dîn kirim, eman ji destê dûriyê
Bê xwendin û bê dîn kirim, aman ji destê dûriyê
Dûrî ji pêta agirî dil girtiye qet namirî
Herdem ji ber nal û girî aman ji destê dûriyê
Tirsim ji te pir dûr kevim, dîsa di axa kûr kevim
Nêv pencê mar û mûr kevim, aman ji destê dûriyê
Vê dûriyê em da kirin, çavên belek winda kirin
Em girtiyê derda kirin, hawar ji destê dûriyê
Çavên di reş dêmên gulî biskan xwe da ser wî milî
Tîr dane dil çi bikim gilî, hawar ji destê dûriyê.......
(Helbest: Cegerxwîn)