Перейти к содержимому

Qulingê Min | Seydayê Tirêj | #kurdish #kurdmaxmusic #kürtçekaside

ÇandXane

0:00 / 0:00

Qulingê Min | Seydayê Tirêj | #kurdish #kurdmaxmusic #kürtçekaside

99 просмотров · 1 месяц назад
ÇandXane
109 подписчиков
99 просмотров · 1 месяц назад
Gotin: Seydayê Tirêj Qulingê min çima îro Bi qîrîn tê ji germiyana Bi çeng û bask û perwana Berê te wa li zozan Li te rê dûro, westawo Ji heval hogiran mawo Berê te her li berjor e Dikî gazî li pê wana Bi vê qîrîn û hawarê Xem û dedêm te tevrakir Birînên dil te axaftin Bi wan êş û kul û jana Gelo ma qey tu dilya ye Ji germa kerbela jaro Di vê cihê bav û bapîran Welatê berf û barana Welatê kanî û ava Welatê wa çemû mava Welatê çîçek û baxa Welatê mêrg û çîmena Welatê fêris û mêra Cihê petrol û mircana Welatê bilbil û bazan Welatê şalûr û qazan Welatê dîlber û nazan Welatê ebr û qeytana Welatê kovî û şêran Welatê xêr û hem bêran Welatê gol û avgêran Cihê Medya û Mîtana Weyaxud tu evîndarî Dixwazî dîtina yarê Di gel hev ku bikin seyran Di nêv bax û gulîstana Li te mizgîn qulingê min Qonaxa te ne pir dûr e Bi yek firê tu dighê cem Di nava erd û ezmana Ne wek rengê min dil jar î Ji gişt û dîtina yara Me çeng û bask û per nîne Ku wek te bighêjim wana Ji Yezdan ez dikim hêvî Tu bighê meqsed û wara Bi dil şahî li hev rûnin Li ser darên di qizwana Bi xwedê kî qulingê min Tu raweste hela carek Ji te`r bêjim du sê peyvan Delalê ber dil û cana Berê te ger li Amed bî Tu xweş deynî qulingê min Li kêla şêx Seîdê kurd Bidî ber deng û fîxana Bikî qêrîn li ser gorê Ku kuştî pêk ve bên dorê Silavê min li hemyan ke Heval û hogirê wana Silavê min bikî dîsa Li kurdêd Ameda rengîn Li wa girtiyên di riya millet Di çal û heps û zindana Eger tu diçî Mehabadê Li nîv gorê şehîdan deyn Bibêje Qadî û Seyfî Hezar rehmet li ser wana Berê te ger li Serhed bî Weyaxûd Dêrsim û Sason Li zozanê şerefdînê Li Agirîdax û Sîpan Silavê min li kurdan ke çi xort û qîz û mêr ê jin Li xakî kurd ê Kurdistan Li birc û xan û eywana Bibêje ku gelek Tîrêj Ji bo we tim pesindare Belê ma çi bikî ew gêj e Ji ber van çerx û dewrana