Güney Özdemir - Mehrîcana Netewî #güneyözdemir #Mehrîcananetewî
Güney Özdemir
0:00 / 0:00
Güney Özdemir - Mehrîcana Netewî #güneyözdemir #Mehrîcananetewî
33 196 просмотров · 2 г. назад
Güney Özdemir
105 тыс. подписчиков
33 196 просмотров · 2 г. назад
Helbest: Gernas Koçer
Xwendin: Güney Özdemir
Tembûr: Muhlis Berberoĝlu
MIHRÎCANA NETEWÎ
Nazdara ser bixêlî
Dilbera bejin zirav
Şoxa gerden bi kêlî
Reşrihana ta belav
Çavên te ne ji rengê
Kevanê Rostemê Zal
Heybet digrin li hember
Iskender û Hanîbal
Awirên te ji tîr û
Xedengên Xanşeref in
Li dilê evîndaran
Armanc û xweş hedef in
Sing û ber û bedenên
Te tev ji nexşê Manî
Kaniya xeyalên te
Ji derya şêxê Xanî
Her xemzeyek çavê te
Himberê hezar tîrî
Dîdara te dinasim
Ji helbestên Cizîrî
Cîhan ji heybeta te
Ket nav tirs û gumanan
Li çar hêlan tu bûyî
Destana ser zimanan
Yên ku xemla te dîtin
Ketin ricf û welwelê
Bilindtire bejna te
Ji ya Siwaraxelê
Li bedenê Zagrozan
Bi hezarê salan e
Singê te qada ceng e
Her êrîş û talan e
Ji bona evîna te
Me hesin sarî badan
Bipirse ji Turan û
Ji Asûr û Aqadan
Ji bo bejn û bala te
Li vê xakê bê guman
Me gelekî singê hev
Daye ber şûr û riman
Tenê dîrok zane me
Çi aniye serê hev
Çi bêjim têrê nake
ne bi roj û ne bi şev
Ger me jî nebûna ev
Çiyayên berz û asê
Em dibûne kezaxa
Ber devê şûr û dasê
Li hemberî êrîş û
Hem tofan û bahozan
Kurdan pişta xwe dane
Van çiya û Zagrozan
Hê Babîlî jî nebûn
warê me bû ev welat
Me lê ava kirine
Sera û birc û kelat
Binêre li berheman
Hem li nexş û hûneran
Bipirse ji Asûran
Ji Aqad û Sûmeran
Wê ji te re bibêjin
bê tirs û şerm û fedî
Kî ne Gotî û Kardox
Kî ne Mîtan û Medî
Ew bûne her siwarên
Pişta kihêl û hespan
Her ew bûne rimbazên
jîr û çeleng û çespan
Bêjimar pêlewan û
Gelek leheng û rimbaz
Gelek jîr û zana û
Xoşewist û şengenaz
Ji eşq û evîna te
Şewitîn bûne rijî
Stêra te her dem geş e
Ti carî naxurijî
Singê me de çikiyan
Tîr û rim û şûr û kêr
Lê ji pêta agirê
Eşqa te em nebûn têr
Bibe mêvan rojekê
Tu li koçka dilê min
Derman bike birînan
Êş û jan û kulê min
Milyon ji ber awirên
Wan çavên te qewitîn
Bê jimar ji agirê
Evîna te şewitîn
Bêje,dilê min bêje
Ev çi husn û cemal e
Ev çi dirr û mircan e
Çi bazin û xirxal e
Çi baxê erxewan e
Ev çi xemla heft reng e
Ev çi zerî û naz e
Ev çi şepal û şeng e
Ev çi berq û birûsk e
Herdemî geş û hil e
Ev çi awirweşîn e
Dilberek çav bikl e
Qamişlo û Mahabad
Digel Amed û Hewlêr
Ketine cezb û semê
Bo te şoxa Kemberzêr
Herkes divê himbêz ke
Ewê bejn û bala te
Her kes divê ramûs e
Wê nîşan û xala te
Li burca evîna xwe
Carkê min bihewîne
Evan dax û birînan
Dermanke bikewîne
Bi kovana sedsalan
Em jî te himbêz bikin
Bi sed nexş û nigaran
Timtêla te xêz bikin
Li cîhanê tu tenê
Bi min re dost û yar be.
Bila çerxa gerdûnê
Li himber min neyar be
Were dilber de bes e
Bide min soz û peyman
Dê ji bote avakim
Sera û birc û eywan
Ezê taca Keyxosrev
Danim li ser serê te
Wê artêşa Kardoxan
Rêz be li hemberê te
Wê ji dêmên te birjin
şewq û tîrêjên tavê
Heft iqlîm wê ji te re
bigrin rêz û silavê
Ciwan ji evîna te
Wê bibin agir û pêt
Pêlên eşqê wê bavên
Her çar aliyên welêt
Hîvî me ev rist û bend
Qet neçin li ber bayê
Ev sûrperî carekê
Bi min re were rayê
Ûbeydullahê Nehrî
Şêxse'îd û Bedirxan
Hem Simkoyê Şikakî
Hem seydayê li Barzan
Pêşewa û Qasimlo
Seyyid Rizo 'Elî şêr
Bihezaran leheng û
Bazên çeleng û dilêr
Li bendê ne em bêjin
Sed mizgînî ji we re
Mihrîcana netewî
Li Kurdistan digere
Bila rih û mergê we
Her demî şad û geş be
Ronahîbe gora we şewq û Şemal û xweş be
24.12.22
Gernas Koçer
#güneyözdemir #Mehrîcananetewî
#helbest #şiir #kurdî #gernaskoçer #helbestakurdî