موئەیەد تەیب - کیڤی | Mu'eyed Teyib - Kîvî
Revend Cebar
0:00 / 0:00
موئەیەد تەیب - کیڤی | Mu'eyed Teyib - Kîvî
1 386 просмотров · 2 года назад
Revend Cebar
510 подписчиков
1 386 просмотров · 2 года назад
Latînî:
Xwezî ez Kûvîyek bame û ne Kîvî
Ez Kîvî me
Zarokek ê neh salî me
Eve sê sale boyaxçî me
Mala min..
Kolkek ê biçûk ji ax û bera
Li taxê Gêjeber a
Tecawiz e û
Ji hemî xanîyên tecawiz pêheltir e
Ji hemîya nizimtir û tarîtir e
Rêka wê jî.. pesarek e
Ji kêlîya şedayê riktir e
Ez Kîvî me
Boyaxçî me
Li binarê Garey gundek yê hey
Min ne dîtîye
Lê ez xelkê wî gundî me
Berê heşt sala
Hêşta ez yê bi şîr bûm
Hêşta ez gelek yê hîr bûm
Babê min
Rez ê me firot
Pez ê me firot
Mala me barkir e bajêrî
Em bûyine bajêrî
Ez kîvî me
Boyaxçî me
Babê min mirovekî rêncber û hêmin
Pale bû
Berî sê salan di dîwarekî da firî
Û mir
Dayika min par ez û dapîra min hêlayin
Û şwî kir
Dapîra min pîrejinek a pîr
Xwedê herdem li bîr
Ebdeka şukrî
Roja wê nivêj û sala wê rojî
Pirça wê spî
Dilê wê spîtir
Berî sê rojan
Wê jî ez hêlam û ji vê fanîyê barkir
Ez kîvî me
Boyaxçî me
Berî çar sala min xwîşkek hebû
Ji tilya tirî naziktir
Du sala ji min biçûktir
Babê min navê wê kirbû "Kevî"
Lê digutê "Heyva çarde şevî"
Rojek ê nesax bû
Roja paştir
Nesaxtir
Roja pêncê
Bi rêka xestê ve mir
Ji hîngê were
Her şeveka ez asmanî dibînim
Girêyek dikevîte gewrîya min
Eger têr negirîm dê xendiqim
Ji hîngê were
Her careka ez heyva çarde şevî dibînim
Aronkek min digirît
Wek xencerê
Cerg ê min dibirît
Xwezî babê min ne mirba
Xwezî dayika min..
Xwezî dapîra min
Sê çar salên dî jî
Xwe li min girtba
Xwezî sorka xwîşka min ne girtba
Xwezî ez çûbame medresê
Û min resim zanîban
Da reveka reveka qulingan
Li asmanekê şîn çêkem
Xwezî ez qulingê pêşîyê bame û
Vê payîzê min ji vî warî barkirba
Ez kîvî me
Boyaxçî me
Ne dibime nîgarkêş
Ne qulingekî pêşkêş
Te guh li min e bab!
Ez nabime nojdar, ne endazyar
Jiberku ez zarokekî êtîm û sêwî me
Dê her liber pêlavên xelkî bim
Û dê her mînim kîvîyê sebax
Cîhana wî pêlav û boyax
Li binarê Garey gundek yê hey
Xwezî ez
Balindeyekî asmanê wî bam
Ez masîyeka rûbarê wî bam
Ez kûvîyekî çol û beyarên wî bam
Ne Kîvîyê boyaxçî bam.! :)
©RevendC