Dr. Silêman bi giranî birîndar bû
Rûdaw Kurdî
0:00 / 0:00
Dr. Silêman bi giranî birîndar bû
12 125 просмотров · 9 л. назад
Rûdaw Kurdî
158 тыс. подписчиков
12 125 просмотров · 9 л. назад
Hewlêr (Rûdaw) – Pêşmergeyê xwebeş ê ji Bakurê Kurdistanê Dr. Silêman ku navê wî resen Sait Çurukaya ye, di operasyona Mûsilê de û li gundê Tîsxirab a Mezin a Başîkê di encama teqîna mînekê de bi giranî birîndar bû.
Bo bergirîkirin û parastina Başûrê Kurdistanê, bi dehan xortên Kurd, çi keç çi kur, ji her 4 parçeyên welat, li ser axa Başûrê Kurdistanê şehîd ketin an jî birîndar bûn.
Li Başûrê Kurdistanê bi dehan pêşmergeyên xwebexş ji her 4 parçeyên Kurdistanê bi hev re li eniyên şer amade bûn û bi DAIŞê re şer kirin.
Yek ji wan pêşmergeyên xwebexş Sait Çurrukaya ye, ku bi navê Dr. Silêman tê naskirin.
Ew ji Bakurê Kurdistanê û xelkê herêma Çewlîkê ye û berî êrişên DAIŞê bo ser Başûrê Kurdistanê li Almanya dijiya.
Berî ku tevlî PKK bibe, wî li zankoyê beşê pizîşkî dixwend. Piştre dev ji xwendina xwe berdide û di nava tevgera rizgarixwaz a Kurdistanê de cih digire.
Sait Çurukaya Piştî demekê di nava PKKê de dibe fermandarekî pilebilind û serkirdeyekî pilebilind ê PKKê.
Piştî ku serokê PKK Abdullah Ocalan tê girtin, Dr. Silêman ji PKKê cuda dibe û demekê li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê dimîne.
Piştre diçe Almanya, dibe hemwelatiyên wî welatî û li wê derê xwendina xwe ya zankoyê berdewam dike û beşê pêwendiyên civakî li zankoya Hamburgê temam dike.
Dr. Silêman, dema ku dibîne Kurdistan rastî êrîşa DAIŞê hat û welat kete xeterê, dest ji her tiştê xwe li Almanya ber dide û berê xwe dide Başûrê Kurdistanê.
Dr. Silêman kincên pêşmergeyan li xwe dike, weke pêşmergeyekî xwebexş diçe sengerên şer û vê carê li Başûrê Kurdistanê, di şerê parastina welat de cihê xwe digire.
Piştre, hêzeke pêşmergeyan bi navê Agirî ava dike, ku di nava wê hêzê de, pêşmergeyên xwebexş cih digirin, bi xwe wan pêşmergeyan perwerde dike, hem dersên siyasî, hem jî dersên leşkerî dide wan.
Di nava şer de, ew weke pisporekî pûçkirina mayînên ku Daiş çandine kar dike. Bi pûçkirina otomobîlên bombekirî yên DAIŞê ew dikare jiyana bi sedan pêşmerge biparêze û wan ji mirinê rizgar bike.
Dr. Silêman, duh roja 2ê Cotmeha 2016, dema ku ew û hevalên xwe yên pêşmerge li gundê Tisxiraba Mezin li Mêhwera Başîkê dikevine tunêleke mezin a DAIŞê, piştî nîvro di encama teqîna mînekê de, bi giranî birîndar dibe.
Di encama teqînê de, hevalekî wî yê pêşmerge yê bi navê Resûl Mihemedzade ku ji Rojhilatê Kurdistanê bû, jî şehîd ketibû.
Piştî birîndarbûnê, Hêzên Pêşmerge wî bi helîkoptereke leşkerî digihînin Hewlêrê û niha li nexweşxaneyê di bin çavdêriyeke tund a pizîşkan de ye.