Перейти к содержимому

Ay Dilberê

Dem Produksiyon

0:00 / 0:00

Ay Dilberê

387 просмотров · 2 года назад
Dem Produksiyon
2,08 тыс. подписчиков
387 просмотров · 2 года назад
Gotın: Feqiyê Teyran (Gelêrî) Musik:Dılovan Dîlber Ey Dîlbera gerden zerî, Way nazika dêm qemerî, Qamet ji mûma fenerî, Wêran ezim, malim xirab. Ey Dîlbera gerden letîf, Way nazika qamet elîf, Qamet ji reyhana xefîf, Wêran ezim, malim xirab. Ey Dîlbera gerden zuzac, Way nazika mislî zuzac, Qamet ji reyhana qirac, Wêran ezim, malim xirab. Ey Dîlbera qamet misal, Way nazika dilî hejar, Te ji xandinê kirim betal, Wêran ezim, malim xirab. Ey Dîlberê, way Dîlberê, Firyad ji destê keserê, Avik ji ava Kewserê, Wêran ezim, malim xirab. Ey Dîlbera gerden zirav, Dêm şûşeye, tijî gulav, Ey duxtera bejna zirav, Wêran ezim, malim xirab. Çavan ku hiltînî bi meste, Ew çend ya misrî bi deste, Li kuştina min te bi qeste, Wêran ezim, malim xirab. Tu bi qesta min dikujî, Tu bi k'ifra di nosojî, Gelek sotim kirim rijî, Wêran ezim, malim xirab Feqiyê Teyran