Перейти к содержимому

Em çima nikarin ristên Melayê Cizîrî bixwînin û fêhm bikin?

Hewar Gabar

0:00 / 0:00

Em çima nikarin ristên Melayê Cizîrî bixwînin û fêhm bikin?

1 358 просмотров · 3 месяца назад
Hewar Gabar
2,41 тыс. подписчиков
1 358 просмотров · 3 месяца назад
EM ÇIMA ZIMANÊ MELAYÊ CIZÎRÎ FÊHM NAKIN Û NIKARIN RISTÊN WÎ BIXWÎNIN? Şoxa kû ez li bendê dil girtîye kemendê Letîf û zuhre sîma ebrû hîlal û mehweş Birhên ji qewsê qudret nîşane kir Nîşanî Lamih ji ber dibarin çi yêngîyên bi perweş. Xwidê li min huba te çi şekir û nebate Ezê ji nû ve ciwanbim ger bêhn bikim gula geş. Ezê îro behsa mîrê gotinê, zanyarê sedsala 16’ê, ristkarê hemî zemanî bi nasnav Nîşanî Melayê Cizîrî bikim. Mele Ehmedê Cizîrî Sala 1568’ê li bajarê Cizîra Bohta jidîk dibe. Xwendina xweya destpêkê li Cizîra Bohta dike û Piştre li mizgevtên pur gund û bajarên welêt û ji derveyî welat yên wekî Amedîyê, Hekarya, Faqîn, Amed, Şam, Bexda û Kahîreya Misrê li cem Melayên bi navûdeng dixwîne. Destûrnameya xweya melatîyê li gundê Strebas’a Amedê ji Mela Taha digre. Demekî li Heskîfê melatîyê dike û piştre jî vedigere bajarê lê jidayîkbiyî û dibe Melayê Mizgevta Sohr. Heta bi wefata xwe li heman mizgevtê Melatî û mamostatîyê dike û sala 1640’ê li heman bajarî cehvên xwe li jîyanê dinoqîne.