‘Niha Dema Avakirina Komînên Azadiyê ye’
Bejing Medya
0:00 / 0:00
‘Niha Dema Avakirina Komînên Azadiyê ye’
47 просмотров · 10 ч назад
Bejing Medya
66 подписчиков
47 просмотров · 10 ч назад
BAŞÛRÊ KURDISTANÊ – İro li Başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê bi tevlêbûna 40 jinên ciwan komxebatek hat lidarxistin. Komxebat di bin dirûşma "Bi pêşengatiya jinên ciwan, niha dema avakirina komînên azadiyê ye" de pêk hat û wekî pêngaveke nû ya di vî warî de bal kişand ser rola pêşeng a jinên ciwan û têkoşîna li dijî tundiya dîjîtal.
Di beşa yekem a rûniştinê de rola dîrokî û pêşengiya jinên ciwan a di civakê de hat nirxandin; hate destnîşankirin ku avakirina jiyaneke azad û komînal bi pêşengiya ciwanan pêkan e. Beşa duyem a panelê jî ji bo tundiya ku jin di qada dîjîtal û li ser torên civakî de pê re rûbirû dimînin hat veqetandin. Di nirxandinên dawî de jî jinên ciwan bal kişandin ser rêbazên xweparastinê û hişyariya li hember van êrişan.
#başur #panel #yeni #jin