Min Di Ber Qalûbela - Melayê Cizîrî & Necat Zivingî
Necat Zanyar
0:00 / 0:00
Min Di Ber Qalûbela - Melayê Cizîrî & Necat Zivingî
38 745 просмотров · 8 лет назад
Necat Zanyar
18,9 тыс. подписчиков
38 745 просмотров · 8 лет назад
Min di ber qalû bela batîn vi wê ra bû evîn
Hêj li ser ‘ehda elest im ta bi roja axirîn
Min divê lê eşkera kim carekê daxa nihîn
Guftim ew ra ma du’a go yî tu em ey hori ‘în
“E’redet ‘ennî weqalet ma du’aul kafirîn”
Ey şehê ‘alîcenab pir ‘aciz û perkende em
Ah ji dest cewra evînê çi bikirim min bende em
Sebr û taqet min neman lê bêkes û dermande em
Ger bixwanî wer beranî bende em ta zînde em
“Wacibun li imtisalul emri maza te’murîn”
Sohtim ez pêta evînê têk bûwem gird û heba
“Înne lî ayati sidqîn kane fî haze nneba”
Horiya roja liqaê nazika mexmûr qeba
“Hebbeza rewdatu Necdîn zurtuha ‘ehde ssiba”
“Rewdetun yecrî ‘ela ercaîha maun me’în”
Min li ser bedrê munîr mektûb diye neqşê sewad
Ser bi yek anî du nûnan xettê reyhanî du sad
Hadirî min secde bir lew xerqê xwînê bû fuad
Ber derê baxê wisaleş hatifê awazi dad
“Hazihî cennatu ‘ednîn fedxulûha xalidîn”
Naêtîn gohtin bi qal şerh û beyana husnê tu
Dê bi hal û sir bînasîn dil fesana husnê tu
Xweş Mela amancê tîran kir kemana husnê tu
Qisseê ‘işqa celal û dasitana husnê tu
“Tilke enbaun yeqûlun nasu minna be’de hîn”