Feqî | Helbestên Dengbêjî | Çavkanî Şakiro
Helbestên Dengbêjî
0:00 / 0:00
Feqî | Helbestên Dengbêjî | Çavkanî Şakiro
6 просмотров · 7 месяцев назад
Helbestên Dengbêjî
228 подписчиков
6 просмотров · 7 месяцев назад
#HelbestênDengbêjî #Dengbêj #Şakiro
Feqî
Keçikê digo feqiyo qurba, bejna te n ekin û ne dirêj e, dirêj e, dirêj e
Malxirabo, fenanî takrihana li dev geliya, li ber zinara ji xu ra şax davêje
Lo lo feqiyo ti jî were pirsa esil û asasa xu ji mi ra bibêje
Gidî lo, lo gidî lo, gidî lo, gidî lo, gidî lo, gidî lo, gidî lo, gidî lo
Lo gidî lo, gidî lo, lo lo lo here lo, feqî lo
Feqî digo de lê lê keçikê, ez gul im ti rihan î
Berxê we şûşem e ti fincan î
Sebra dilê min, gelo e sedef im ti mercan î
Berxê wez sû kim ti dikan î
Gidiyê gelo vê sibengê ez bend im ti bistan î
Malxirabê e zar im ti ziman î
Hele pirsa esil û asasa mi dike
Ez ê bi nefsa xu Feq Hesen û mala mi Şêrwanşêxê
Li qeza Patnosê, kaviliya Qizxapanê
Gidî lo, lo gidî lo, lo gidî lo, gidî lo, gidî lo, gidî lo, gidî lo, gidî lo
Lo gidî lo, gidî lo, ê lo lo gidî lo, feqî lo
Feqî digo de lê lê keçikê, bejna te ne kin e û dirêj e
Zalimê, here fenanî takrihana li dev geliya, li ber zinara şax davêje
Keçikê dînê, ti jî were pirsa esil û asasa xu ji mi ra bibêje
Here lo, lo herî lo, here lê, here lê, here lê
Lê here lê, here lê, ê lê lê gidî lê, keçik lê
Keçikê digo lo lo feqiyo, ne te go ez gul im ti rihan î
Malxirabo e sedef im ti mercan î
Malxirabo, gelo vê sibengê e deşt im ti zozan î
E sedef im ti mercan î
Lo bêbexto, vê sibengê e tebax im ti fincan î
Gidiyo we sû kim ti dikan î
Lo lo kuro yêtîmo, tê yê ca pirsa esil asasa mi dikî
Ez ê vê sibengê li Deşta Çiqûrê, qîza Mele Mihemed, Têlî Eyşan im
Here lo, lo here lo, here lo, here lo, here lo, here lo, here lo lo,
Gidî lo, gidî lo, ê lo lo gidî lo lo, feqî lo
Keçikê digo lo lo feqiyo, dilê mi kanîka dorbiqicî
Malxirabo jêr de, malxirabo, dorê refeke kewê gozelê gogerçînê, siv narincî
Îro ji êvara Xwedê da hatiye dorê bere bûne diquricî
Xwe diçêrin, xweziyê bi Xwedê ra bira min ê zanibiya tu yê ezep î yan zewicî
Gidî lo, lo gidî lo, gidî lo, gidî lo, gidî lo, gidî lo
Lo lo gidî lo, lo, feqî lo
Feqî digo de lê lê keçikê, ez ê ji teyra ji teyrê perspî me
Malxirabê, ez ê disîçim ser çît û perde konê mala bavê te da rûniştî me
Ez ê îsal û çen salê mi temam bû, bilind firîm alçaxî ketî me
E nizanim şansê te bû, talih û bextê mi bû, e dîsa par vî çaxê Çixûra Bazidê zewicîme
Gidî lê, e lê gidî lê, gidî lê, gidî lê, gidî lê
Ê lê lê, lê gidî lê, keçik lê
Keçikê digo lo lo feqiyo, bejna te zirav e ji tayê rihanê, şitla biyê
Hêşîn dike li hemû vê gera biniya mala ser kaniyê
Ocaxkoro, tu were qewl û qirar û soz û bextekî bide mi da,
Ez ê sedema dev û lêvê şekirî qebûl bikim qar û bêgarê hêwîtiyê
Here lo, loy here lo, here lo, here lo lo here lo lo
Ê lo lo were lo lo feqî lo
Feqî digo de lê lê keçikê, here tu yê li wê derê çi sekinî
Malxirabê, te dilê mi kir sêlek ji sêla di hesinî
Îro ji êvara Xwedê da agirek dabû ser da, yekî binî
Keçikê dînê ji wê rabe ti li ser doşeka Resûlê Ekrem, dê û xweyê min î
Here lê, e lê gidî lê, gidî lê, lê gidî lê, keçik lê
A hê hîî ûûû waaay ax ay
Keçikê digo lo lo feqiyo gelo rêka gundê me rêcade ye
Hatin û çûyîn ji xu ra lê qiyame ye
Lo bêbexto gîlî gotinê beredayî jî min û te ra boş û bêfayde ye
Qur’ân û kitêbê rû dinyayê bextê min û te ra faleme ye
Gidî dema ku te dez malxirabo, dest bi naziya kiriye
Ti jî rabe here ereba xu girê de, siktir be jî gundê me ye
Gidî lo, lo gidî lo, gidî lo, gidî lo, gidî lo, gidî lo, gidî lo, lo gidî lo lo,
Gidî lo lo, ê lo loy gidî loy lo feqî lo
Haa hî ha hîîîî