Min Dî Li Dinê Pur Ecêb. #kaside #kürtçe #kürtçemüzik
ÇandXane
0:00 / 0:00
Min Dî Li Dinê Pur Ecêb. #kaside #kürtçe #kürtçemüzik
67 просмотров · 1 месяц назад
ÇandXane
109 подписчиков
67 просмотров · 1 месяц назад
Min dî'l dinê da pur 'ecêb nayên hîsab û defterê,
Yek jî ji wan dostan nema qet şubhetê dostê berê.
Tê bêjî ev dostê'j' dil in maşaellah tev kakil in,
Yek rûh in û dû şekil in te hew dî bûn l'şikra kere.
Belkî ji wan ker çêtir e çunkî reben barhilgir e,
Bi kû da bibin bê qîrqîr e ne wek va dest ser xencerê.
Dostaniya j'dil bû xela hetta di nîv şêx û mela,
Li 'aqila bûye bela hetta defin çin meqberê.
Zû'j hev diçin dost û heval serhev didin ew erzûhal,
Seb tiştikî pur bêkemal tu mêzekî li bin Hecerê.
Nînin hekîm 'îş çê bikin nav alemê da bin sekin,
Derd û bela derman bikin şewqê bidî wek fenere.
Me'j rebbê xwe hêvî heye ku bêtin zû'l hana me ye,
Hilnê evê'j nava me ye em bin birayê cegerê.
Piştî eva qehr û kula derman bikin derd û bela,
Geş bin bi hevra wek gula hetta biçîne mehşerê.
Ey Seyd 'Elî nebî nebî tirsa te qet ji keskî hebî,
Îmam Elî ceddê te bî girt destkî deryê Xeyberê.
*Ji keşkula Hîlmî Koxî
*Latînîzekirin: Qedrî Sipranî
Çavkanî: Helbesta Kurdî