Перейти к содержимому

Guh Nede Wî Cahilî | Xelife Yusuf

ÇandXane

0:00 / 0:00

Guh Nede Wî Cahilî | Xelife Yusuf

120 просмотров · 2 нед. назад
ÇandXane
109 подписчиков
120 просмотров · 2 нед. назад
Gotin: Xelîfe Yusuf Topçu Çavkanî: Manzum Takrîz Guh nede wî cahilî wî bêedebî, Ku dibêje ilim nîne ji xeyrî Erebî. Lazim e tu dînê xwe qenc bizanî, Ger çi bi Kurmancî weya bi Îbranî. Lîsanê Kurmancî eger çi naşirîn e, Lakîn di benda mênaê de şekirîn e. Guhê kerê li ser serê wî dane, Kerbûna wî da qenc bibe eyan e. Ey kesê xebî tu ne guhdirêj î, Ma tu fetwa ji xelqê re bi Erebî dibêji. Ya tu fehm dikî ji hurûfê Erebî bi qencî, Paşî ji wan re teqrîr dikî bi Kurmancî. Min ji Erebî wusa fehm kiriye, Paşê bi zimanê Kurmancî nivîsiye. Xweziya tu wan dikî î'tîrazê, Ez jî hazir bibûma wê wext û lehzê. Ewan dê bidiya ji min ecêb îcabet, Heta qiyamet bibûna şermî xecalet. Meger kurê bi Kurmancî nizanî, Çend kîtab gotine Ehmedê Xanî. Yûsif Zelîxa û Mem û Zîn, Nûbihara fesîh bi elfazê şekirîn. Bizanî tu Nehcul'enama celîle, Bi Kurmancî te'lifa Mela Xelîl e. Ne Şeyxê Batê xudan Munewwer, Bi Kurmancî gotiye Mewlûda Pêxember Ger çi Kurmanciya me ne fesih e, Fehma me'naê ji wê xayet melîh e.