Перейти к содержимому

Dilbirîn Botî - "Binive Binive Kirîv Lo Lo" (Kurdish Lullaby)

Dilbirîn Botî

0:00 / 0:00

Dilbirîn Botî - "Binive Binive Kirîv Lo Lo" (Kurdish Lullaby)

1 214 просмотров · 3 нед. назад
Dilbirîn Botî
5 тыс. подписчиков
1 214 просмотров · 3 нед. назад
00:00 Binive Binive Kirîv Lo Lo (KU) Şahberhemeke din a kûr, xemgîn û tijî hêvî ji pênûsa nemir a Sebrî Botanî: "Binive Binive Kirîv Lo Lo" (Lûrî / Lorî). Di vê lorîka kurdî de, dayikek çîroka bavê berxwedêr û pêşeroja zarokê xwe bi dengekî melûl û dilşewat distirê: "Zû mezin be bide deng e, hingê nenive..." Me ev lorîka pîroz bi hişê çêkirî (AI) amade kir. Jêrnivîs bi 8 zimanan (KU/TR/EN/DE/FR/SV/FA/AR) çalak in! (TR) Sebrî Botanî’nin kaleminden Kürt edebiyatının en dokunaklı ninnilerinden (Lorî) biri: "Binive Binive Kirîv Lo Lo" (Uyu Kirvem Uyu). Bir annenin kayıp babayı, fedakarlığı ve geleceğe dair umutlarını evladına fısıldadığı bu sarsıcı eseri; yapay zeka (AI) destekli hüzünlü ve ninni tadındaki modern bir altyapıyla yorumladım. "Şimdi uyu ama büyüdüğünde ses çıkar, o zaman uyuma!" diyen bu tarihi klasiği beğeninize sunuyorum. Altyazıları açmayı unutmayın! (EN) A deeply moving traditional Kurdish lullaby written by Sebrî Botanî: "Binive Binive Kirîv Lo Lo" (Sleep My Little Friend). A mother sings to her child about courage, memory, and hope for the future. Reimagined with soft, atmospheric AI composition. Turn on Subtitles (8 languages available)! --- (KU) Ji bo mîrata Sebrî Botanî û lorîkên me yên dewlemend, bibin abone. ► Abone bibin:    / @dilbirinboti   --- (INFO) Gotin (Lyrics): Sebrî Botanî Muzîk (Composition): Dilbirîn Botî & AI Şîrove (Performer): Dilbirîn Botî & AI Mijar: Lorî (Kurdish Lullaby), Hêvî û Bîranîn --- Gotin / Şarkı Sözleri / Lyrics: Binive Binive Kirîv Lo Lo Binive binive çavê min î Sibe mêr î bi mal û jin î Xudan dozek pir mezin î Binive binive kirîv lo lo ... Binive da tu zû mezin bî Tu darka têr belçim bî Tu sihka serê min bî Binive binive kirîv lo lo ... Baca welat hate ser me Nedan û rev gelek şerm e Şekir belaş nayê ber me Binive binive kirîv lo lo ... Sal zivirî babo nehat Xweş xweş dikir ceng û xebat Kul û kovan li min werhat Binive binive kirîv lo lo ... Sal zivirî , nezivirî Bi xwîna xwe rûmet kirî Firî firî ew jî firî Binive binive kirîv lo lo ... Bavê te xizmeta gund kir Xwe gorî rûmeta Kurd kir Serê min û te bilind kir Binive binive kirîv lo lo ... Dar û devî, rez û zevî Ne wî berda û ne jî revî Da tu ji navê xwe nekevî Binive binive kirîv lo lo ... Evîndarê çiyayê me bû Şarezayê karê xwe bû Pir aşiqê dayka te bû Binive binive kirîv lo lo ... War û zevî endaz dikir Ser û bin û evraz dikir Karê xwe baş derbaz dikir Binive binive kirîv lo lo ... Bese ji vê nûz û nazê Hayê hayê tu jî razê Mîna kewê, mîna qazê Binive binive kirîv lo lo ... Lorî lorî xweş awaz e Dengê dadê mîna saz e Delalê min tu jî raze Binive binive kirîv lo lo ... Dadê berê bêrîvan bû Dapîra te xweş mêvan bû Lorî lorî ser lêvan bû Binive binive kirîv lo lo ... Dadê dadê li min xweş tê Şeva reş çû tava geş tê Li dijminan heşa reş tê Binive binive kirîv lo lo ... Çiya kirine wekî dojê Dilê dayka te disojê Tu yî mêrê paşerojê Binive binive kirîv lo lo ... Bûka Kurda şox û şeng e Çibkim qelen xwîn û ceng e Zû mezin be bide deng e Hingê nenive kirîv lo lo ... Lez lez dibûrin dem û çax Êdî nabêjim ax û ax Herçî bûrî serê te sax Binive binive kirîv lo lo ... Binive binive kirîv lo lo ... Binive binive kirîv lo lo ... --- #BiniveBinive #SebriBotani #SebrîBotanî #Lori #Lûrî #KurdishLullaby #KurdishNinni #DilbirînBotî #DilbirinBoti #MuzikaKurdi #KurdishMusic #AIArt #YapayZekaMüzik #HişêÇêkirî #Helbest #KlasîkênKurdî #KurdishPoetry