Ey Av û Av Beş:2 | Feqiyê Teyran | #müzik #kürtçemüzik #klasiikkürtçemüzikler #kurdish
ÇandXane
0:00 / 0:00
Ey Av û Av Beş:2 | Feqiyê Teyran | #müzik #kürtçemüzik #klasiikkürtçemüzikler #kurdish
91 просмотр · 2 мес. назад
ÇandXane
109 подписчиков
91 просмотр · 2 мес. назад
Gotin: Feqiyê Teyran. #ençokizlenen
`Heqîqeta van Cewheran
Me`rîfeta `Enasiran
Penhan neke j` yar û biran
Bê fêm bibêje `hikmetê
Bê fêm û qîl û qal bibêj
Hêdî bi lefzê `hal bibêj
Ber Mîm û Hê û Dal bibêj
Şerh û beyana kaxetê
Da kaxetê isbat bikîn
Qeydêd hûr î`tibar bikîn
Carek li min îzhar bikîn
Wazî`h ku fehmê min re tê
Dîdar û dîna Sertemî
Avê bi rebbê `alemî
Tu `Hadîs î yan Qîdem î
Yan tu nizanî hikmetê
Ber çi ne meşrû`h ew sixin
Rojek ji bunyada mezin
Bîna qede`h jê d`hate min
Ew bîn ji bunyada te tê
Ew reng dibêt ava zelal
Buhrîn li min çend mah û sal
Qet kes nekir li min su`al
Heta giham vê sa`etê
Heta gihame vê demê
Ma yek nebû d`vê `alemê!
`Ebdek ji puşta Ademê
Bifkir di e`hwalê Şetê
Kehnî dizên Cû jê diçin
Hindî Xudê dan Ins û Cin
Qet kes nekir ev pirs ji min
Ne j`Enbîyayê Ommetê
Miksî dibê avê we bû
Pêxemberan aqil hebû
Qet hewceyê pirsan nebû
Wan dest gihabû su`hbetê
Avê digo: Feqî rabe
Bê tedbîr û `emel nabe
Ji halê te dê çawa be
Ji kê ra dikî vê sohbetê
Ew su`hbeta cara ewil
Pêxemberan d`zanî şu`xil
`Eyb e ji bo ehlê aqil
Teftîş bikin me`rîfetê
Me`rîfetê teftêş bikin
Pirsan li bûna pêş bikin
Wan qissetan vetêş bikin
Li `Arifan kerahetê
Qenc vê qissê izhar bike
Li `Arifan ikram bike
Xelqê Xudê `eqil bike
Da se`h bikîn kirametê
Xelkê Xwedê `aqil kirî
Hemî `arif û kamil kirî
Nûrek di dil da hilkirî
Eslê qisan rê dibetê
Ê mislê min bê `ilm û xet
Mecnûnekê `heywansîfet
Bê teftêş pirsyaran diket
Bê rehnima kî babetê
Pirsa Feqê bê cih nebû
Lewrra di furqanê hebû
`Erşê Xudê li ser te bû
Avê gelo bîra te tê
Avê cewab da bê suxen
Ezman nebû, b` `hal gote min
Remzên di padşahê mezin
Sub`han ji vê seltenetê