ELÎ RABE WEHA NABE SEYİD ELIYÊ FINDIKÎ| #îlahî #îlahiyênkurdî #ilahiler #qlasîk #qlasîkênkurdî
ÇandXane
0:00 / 0:00
ELÎ RABE WEHA NABE SEYİD ELIYÊ FINDIKÎ| #îlahî #îlahiyênkurdî #ilahiler #qlasîk #qlasîkênkurdî
76 просмотров · 2 мес. назад
ÇandXane
109 подписчиков
76 просмотров · 2 мес. назад
Gotin: Seyîd Eliyê Findîkî
Ev îlahî yan qasîde ji vê hatiye wergirtin: • Elî Rabe Weha Nabe | Seyîd Eliyê Findîkî| ...
Elî rabe weha nabê,
Bi hîl û pîla çênabê,
Umr borî, mirin ha bê,
Çira tedbîrekê nakî?
Ev e umrê te çil sal e,
Te ne milk e, ne pertal e,
Xwelî li ser te qebr mal e,
De ka tê kengê peyda kî?
Elî rabe weha nabê,
Bi hîl û pîla çênabê,
Umr borî, mirin ha bê,
Çira tedbîrekê nakî?
Heval çû ne, tu paş ma yî,
Dikin gazî: “Çira nayî?”
Dibêjim tu nezana yî,
Ji lew guhdariyê nakî.
Elî rabe weha nabê,
Bi hîl û pîla çênabê,
Umr borî, mirin ha bê,
Çira tedbîrekê nakî?
Tu zanî ku tu rêdûr î,
Gelo ma qey tu yê kor î?
Hemî hat û ji te borî,
Tu ranabî, lezê nakî.
Elî rabe weha nabê,
Bi hîl û pîla çênabê,
Umr borî, mirin ha bê,
Çira tedbîrekê nakî?
De ka rabe, tu bes raze!
Xwe pêk bîne gelek taze,
Li pêş te kaş û efraz e,
Ji vê razanê şerm nakî?
Elî rabe weha nabê,
Bi hîl û pîla çênabê,
Umr borî, mirin ha bê,
Çira tedbîrekê nakî?